Nexweş û bê Qaxez?

Medinetz Freiburg insiyatifek mafê mirovane. Armanca wê pêşdebirin û başkirina rewşa penaberên, ku ji bo meselên xwe yên hiquqî li Almanya nikarin herin ser tixtor û werin dermankirin.

Di saetên danûstandinên me bi penaberan re de, em rêyan ji wan re vedikin û têkiliyên wan bi tixtoran re çêdikin. Wekî din jî,tixtorek di destpêkê de bi nexweş re mijûl dibe, ew hewil dide xwe û nexweşiyê fêhm bike.Piştre ew nexweş dişîne cem tixtorê pispor yê dikare nexweşiyê tedawî bike.

Mirov dikare hevdîtinên bi tixtoran re di cîh û demê tên xwestin de pêk bîne. Gerek herkes xweş bizane ku hevdîtin û axaftinên me bi penaberan re di navbera me de dimînin û wê kesekî din pê nezanibe.

Ger tê xwestin, em dikarin zimanwergeran jî amade bikin. Herwiha Medinetz Freiburg ti agahiyan di derheqê penaberê nexweş de nade saziyên Almanya yên fermî, û naveroka hevdîtinan veşartî dimîne.

0761-2088331

Adlerstraße 12, 79098 Freiburg